HEWLÊR
Parlementoya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo ku wêne û bi dîmanên revîn û dirama êzdiyên Şengalê ragihande dinyayê pilaketa sipasiyê da AAyê.
Li ser pilaketê wiha hatiye nivîsandin: "Em wek Parlementoya Kurdistanê ji bo dokuman û wêneyên motanî belgeyan ji Anadolu Agencyê (AA) ra sipas dikin. AAyê ji bo parastina qîmeta mirovahiyê helwesteke girîng nîşan da û ji bo ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê tirajediya li Şengalê wek komkujî qebûl bike gelekî bi kêr hat."
Parlementoya HKIyê 20 wêneyên Emrah Yorulmazê wênekêşê AAyê kire katalog. Vê katalogê diyariyê kesên ku tên ziyareta meclisê dikin.
Rêxistina DÎŞIyê di 3yê tebaxê da êrîşî Şengalê kiribû û bi hezaran êzdiyan xwe sipartibûn Çiyayê Şengalê. Êzdî bi qasî hefteyekê li çiyê mabûn û paşê korîdora ewlehiyê hatibû vekirin û di 10ê tebaxê de ji çiyê peya bibûn, derbasî aliyê Sûriyeyê bibûn. AAyê wêne û dîmenên reva êzdiyan û jana ku kişandibûn li hemû dinyayê belav kiribû.