DIYARBAKIR
Serokê Platforma Huner û Çandê ya Îslamê Hudaî Yilmaz got ku di Pêşangeha Mîretayên Pîroz de mînakên Quranên ku di maweya hezar salan a îslamê de hatin nivîsîn, hene.
Navenda Lêkolînên Quranê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê ya Medreseya Zinciriyeyê ku li kêleka Mizgefta Mezin ya dîrokî ye, bi piştgiriya serokwezirtî, Wezareta Çand û Tûrîzmê û Serokatiya Karên Diyanetê, bi serkêşiya Platforma Huner û Çandê ya Îslamê Pêşangeha Mîretayên Pîroz hat vekirin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê dan.
Ji Diyarbekir û bajarên dorexên wê gelek welatî ji bo pêşangehê hatin û di pêşangehê de mînakên Quranên dîrokî dîtin. Welatiyan got ku gelek man di bin bandora pêşangehê de, ji ber ku pêşnageheke ev qas watedar piştî Îstanbûl û Şanliurfayê li Diyarbekirê jî vebû, gelekî kêfxweş in.
Serokê Platforma Huner û Çandê ya Îslamê Hudaî Yilmaz der barhe pêşangehê de agahî dan AAyê û got ku pêşangeha ku ji 99 mishefên Quranê yên destnivîs pêk tê, di meha Remezanê de li Medreseya Sultanahmetê ya Îstanbulê dest pê kir û piştî Şanlıurfayê li Diyarbekir hat vekirin.
Yilmaz got ku berhem piştî Diyarbekirê, Mardîn jî di nav de dê li 11 bajaran bê rapeşkirin.