İbrahim Atmaca
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
NEW YORK
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Nîkkî Haleyê diyar kir ku li gor wê divê Quds bibe paytextê Îsrailê û Balyozxaneya li Tel Avîvê ya Amerîkayê bikişe Qudsê.
Haley ji têlevîzyona Amerîkan Christian Broadcasting Networkê re axivî û wiha got: "Li gor min divê Quds bibe paytext û balyozxane bikişe Qudsê. Hikûmet li Qudsê ye, gelek tişt li Qudsê diqewimin, divê meriv ji vî alî va lê mêze ke."
Haleyê der heqê Dîwarê Girînê ku dikeve rojavayê Mescida Eqsayê da jî wiha got: "Ez nizanim bê ka polîtîkaya rêvebiriye çi ye, lê ez wisa bawer dikim ku Dîwarê Girînê perçeyekî Îsrailê ye. Ev timî wiha hat dîtin û divê wiha dewam bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump wê di 22yê gulanê da Îsrailê ziyaret bike û daxuyaniya Haleyê ji ber ku beriya vê ziyaretê hat dayîn, bal kişand.