Ahmet Aydın
21 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
RIYAD
Ji aliyê aktivîstan ve dîmenên bihîstina dengê çekan nêzîkî Qesra Qraliyetê ya li Riyada paytextê Erebîstana Siûdî hatin belavkirin.
Li ser medyaya civakî hinek dîmen hatin parvekirin ku nêzîkî Qesra Qraliyetê dengê çekan hatiye lê rastîbûna wan nehatiye pesendkirin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkiya Polîsên Riyadê, li taxa El-Huzamî ya Riyadê droneyek biçûk firiyaye û midaxele hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat tomarkirin ku wê pispor lêkolînê li ser bûyerê bikin.