NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura erîşa artêşa Sûriyeyê ya li Helebê şermezar kir û got ku ev êrîş wehşet e.
Di daxuyaniya Mîstura de hat gotin ku di êrîşê de herî kêm 70 kes mirine û divê hemû civaka navneteweyî vê êrîşê bi tund şermezar bike.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo ku li Helebê pevçûn bên sekinandin xebatan têrê nekir. Lê her çiqas ev pêk nehatibe jî divê hêzên hewayê yên Sûriyeyê li ser axa xwe welatiyên xwe bi hovane nekuje. Divê ev êrîş bên sekinandin. Hemû delîl nîşan didin ku di pevçûnan de gelek sîvîl dimrin. Sedema vê jî ev e ku artêş bêyî ku hedefan diyar bike, bi giştî êrîşan dike."