NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Şerê navxweyî yê ku 5 sal berê li Sûriyeyê bi daxwaza "azadî, demokrasî û mafên mirovan" dest pê kir û şûnde bû trajediyekê digel ku NYyê sê nûnerên taybet guherand, gelek konferansên navneteweyî li dar xist û planên çareseriyê amade kir, lêbelê hê jî berdewam dike.
Her roja ku şerê li Sûriyeyê didome û her sûriyeyî yê ku di vî şerî de dimre dibe sedema bêbawerbûnê ya ji bo NYya ku peywira wî bicihanîna aştî û ewlehiya dinyayê ye.
Sekretêrê Giştî yê NYyê Ban Kî-Mûn di civîna dawîn a Lijneya Giştî de bal kişandibû li ser vê rastiyê û wiha xeberdabû: "Li Sûriyeyê Konseya Ewlekariyê ya NYyê (KENY) tevnagere û ev jî hem dibe sedema êşên mirovî û hem jî zirarê dide pêbaweriya KENY û NYyê."
Berpirsiyariya NYyê wê ew e ku xwîna ku li Sûriyeyê diherike bide sekinandin, lê di nava van çar salên bihurî de gelek civîn, hevdîtinên KENYê, konferansên Cenêwê û bangên alîkariya mirovî hatin kirin, lêbelê van hewlan ne şer da xilaskirin û ne jî dawî li êş û elema sivîlan anî.
Nakokiya di nava 5 endamên daîmî DYA, Brîtanya, Fransa, Çîn û Rûsyayê de jî dibe sedem ku tu pêşveçûn pêk neyê.
- KENY, der heqê Sûriyeyê de 10 pêşnûmayên biryarê qebûl kir
Di çar salên şer navxweyî yê Sûriyeyê de KENY bi dehan caran li hev civiya, lêbelê gelek caran welatan tenê nêrînên xwe anîn ziman û bêyî ku biryarekê bistînin ji hev belav bûn.
- Êrîşa bi çekên kîmyewî ya li nêzî Şamê bû pêngav
Piştî ku hat gotin rejima Esed li herêma Gûtiyê ya Şamê bi çekên kîmyewî êrîş kir, DYAyê jî sînyala midaxeleya leşkerî da û şûnde Konseya Ewlekariyê ya NYyê di 27ê Îlona 2013an de pêşnûmayek qebûl kir.
Pêşnûmaya ku digot li Sûriyeyê dê hemû çekên kîmyewî werin mehûkirin, yekane biryar bû ku KENYê di sala 2013an de der heqê Sûriyeyê de wergirt.
Di sala 2014an de jî alîkariya mirovî, têkoşîna li dijî DÎŞI û şervanên biyanî bûn mijarên ku endamên konseyê li ser bi hev kirin.
- Li KENYê Rûsya û Çînê çar pêşnûma veto kirin
Rûsya û Çînê jî çar pêşnûmayên der heqê Sûriyeyê yên ku ji 2011an û vir ve pêşkêşî KENYê kirin, veto kirin. Gelek pêşnûma û daxuyaniyên serokatiyê jî ji ber tehdîda vetokirina Rûsya û Çînê neketin rojeva Konseyê.
Van herdu welatan pêşnûmaya ku digot ji kîjan aliyî dibe bira bibe dê sûcdarên şer bên cezakirin jî veto kirin û vê biryara wan bertek ji civata navneteweyî stend.
- Nûnerên taybet ê Sêkreterê Giştî yê NYyê û planên aştiyê
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-Mûn bi armanca dîtina çareseriyekê ya ji bo qeyrana li Sûriyeyê di nava çar salan de sê nûnerên taybet ên ku dê navçîtiyê bike peywirdar kir.
Ban piştî salekê ya şerê li Sûriyeyê di 23ê Sibata 2012an de Sêkreterê Giştî yê NYyê yê berê Kofî Annan wekî nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê NY û Yekîtiya Ereban peywirdar kir. Annan di 16ê adarê de planeke ku ji 6 madeyan pêk tê amade kir û pêşkêşî herdu aliyên Sûriyeyê û raya giştî ya navneteweyî kir. Lêbelê ji ber ku êrîşên rejimê yên bi çekên giran bêtir gur bûn, plan bi ser neket û pevçûn zêdetir gur bûn.
Piştî veqetîna Annan Sekretêrê Giştî yê NYyê Ban vê carê dîplomatê xwedîtecrube yê Cezayirî El-Exdar el-Îbrahîmî wekî nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê NY û Yekîtiya Ereban peywirdar kir.
Îbrahîmî jî di seranserê peywirdariya xwe de hewl da ku Konfêransa Cenêw-2yê kom bike. Lê ji destpêka 2013an û şûnde sozên dîroka konferansê yên ku hatin dayîn pêk nehatin û di meha tebaxê de li nêzî Şamê êrîşa bi çekên kîmyewî pêk hat.
Hewla Îbramîmî ancax salek şûnde hate cih û di 22yê Rêbendana 2014an de li Montroyê bi beşdariya 40 welatan Konfêransa Cenêw-2yê kom bû. Lêbelê di mizakereyên ku du hefte ajotin de tu encam derneket û konferans bêyî encamekê ji hev belav bû.
Piştî ku nikaribû tu encaman bistîne Îbrahîmî di 14ê Gulana 2014an de li Lijneya Giştî ya NYyê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku ji ber ku ew nikare alîkariya xelkê Sûriyeyê bike ew gelekî bi xem e û îstifaya xwe ragihand.
- Mîstûra û plana "cemidandina pevçûnan"
Piştî Îbrahîmî di 10ê Tîrmeha 2014an de Steffan de Mîstûrayê ku hem welatiyê Îtalyayê û hem jî yê Swedê ye bereksê selefên xwe tenê bû nûnerê NYyê.
Planên De Mîstûra nediyariya xwe didomînin ku ka gelo dê çiqas bi ser bikevin û her wisa şikeke din jî ew e ku ka Mîstûrayê jî wekî selefên xwe ji nûnertiyê vekişe an na.