SILÊMANÎ
Serokê Tevgera Goranê Noşirvan Mistefa li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dengê xwe da.
Mistefa tevî xanima xwe hat navenda hilbijartinê ya li taxa Azadiyê û him ji bo hilbijartinên herêmî yên li herêma Kurdistanê him jî ji bo hilbijartinên walîtiyê dengê xwe da.
Mistefa li vir daxuyanî da nûçegihanan got ku dixwaze gel bi kêf û coş biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Mistefa bal kişand li ser hilbijartinan destnîşan kir ku dê piştî hilbijatinan serdemeke nû dest pê bike herwiha hikûmeta ku dê 4 salan rêvebiriya herêmê bike diyar bibe.