Muhammet Kurşun
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
HEWLÊR
Li bajarê Hewlêrê nimêja Eyda Qurbanê wek hemû şar û şaroçkeyên din bi kelecan hat edakirin.
Li Camiya Şêx Çolî ya Hewlêrê ku li ber qeleya bajêr dikeve û meleyê mezgeftê Mela Îmadeddîn Mela Faîz di xutbeya xwe ya eydê de behsa qencî û xêrê kir û ji cemaetê daxwaz kir ku dest dirêjî belengazan bikin.
Di beşeke din a xutbeyê de Mela Îmadeddîn behsa pêvajoya referandûmê kir û got divê herkes here sindoqan û doza mafê xwe bike.
Piştî nimêjê cemaetê eydaniya hev kir û di nav camiyê de xwirîniya xwe kir.
- Camiya Şêx Çolî
Camiya Şêx Çolî, yek ji mizgeftên herî kevn ên Hewlêrê ye. Di sala 1883an de bi sedê Şêx Mihemed Mistefa Umer Erbîlî ku wek Şêx Çolî hatiye naskirin hat çêkirin. Şêx Çolî di 1817an de li Qeleya Hewlêrê jidayik bûye.