ŞANLIURFA
Li Kobanêyê navenda tipê ya yekqatî digel kêmasiyan ji nexweşan ra dibe derman.
Li Kobanêya ku di navbera kurdan û DÎŞIyê da nêzî 4 mehan şer çêbû û piştî ku DÎŞI ji Kobanêyê vekişiya bajar kavil û wêran bû û gelek mirî û birîndar man.
Li bajêr ji ber ku di şer da nexweşxane xera bû, di ciyê nexweşxaneyê da navendeke tipê ya yekqatî ku ji 4 odeyan pêk tê, hat çêkirin.
Di navendê da 10 personelên dildar ên tenduristiyê dixebitin. Kurdên ji Kobanêyê û derdorê Kobanêyê tên navendê û rojê 20 nexweş li navendê tên dermankirin.
Nexweşên giran jî piştî ku kar û barên wan temam dibin, dişînin Tirkiyeyê.
- Kêmasiya cîhazên tibê û dermanan heye
Berpirsiyarê navenda tipê Dr. Yasîr Hesen destnîşan kir ku di nav şert û mercên dijwar da xizmetê dikin.
Hesen diyar kir ku piştî êrîşên DÎŞIê navenda tipê hat girtin û got nexweş û birîndar di malan da dihatin dermankirin.
Hesen destnîşan kir piştî ku DÎŞI têk çû dîsa dest bi xizmetê kirin û wiha got: "Li vir bêyî ku ferqê bikin navberê ereb û kurd tên dermankirin. Ez bangî dinyayê dikim, ji me ra cîhaz û derman lazim in. Di nav şertên zor da em nexweşan emeliyet dikin. Em nexweşên giran dişînin Tirkiyeyê. Kêmasiya cîhazên tibê û dermanan heye."
Ziya Mihemed Emînê ku li navendê tê dermankirin destnîşan kir ku li vir hatiye dermankirin û sax bûye.
- Pêşiyê diçin goristanan
Wek mayîn kesên ku li Kobanêyê di şer da mirin di 4 goristanên li bajêr da hatine definkirin.
Kurdên Sûriyeyê yên ku vedigerin bajêr pêşiyê diçin goristanan û ji bo xizmên xwe dia dikin.