Ferdi Türkten
07 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2022
Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) di meha tîrmehê da li bakurê Sûriyeyê operasyon li dar xistibû û 3 terorîst hatibûn berterefkirin. Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) jî peyama sersaxiyê dabû û derket holê ku ji wan yek Ciwana Heso ya bi kodnava Roj Xabûr bû.
CENTOMê di 24ê Tîrmehê da ji bo Salva Yusuk a ji serkêşên YPG/PKKya rêxistina terorê bû peyam dabû. Di peyamê da wiha hatibû gotin: "Alîkara Fermandarê Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (HDS) di êrîşa ku li nêzî Qamişloyê 22yê Tîrmehê hat kirin da tevlî 2 jinên şervan hatin kuştin."
Ji 2 terorîstên li cem terorîst Yusukê hatibûn berterefkirin yek jê Ciwana Haso ya bi kodnavê Roj Habûr ku qaşo ew berpirsa herêma Cezîreyê ya PKK/YATê bû û nasnameya wê hat piştrastkirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan terorîst Heso ji bo perwerdehiya eskerî ya taybet li Sûriyeyê ji alî hêzên Amerîkayê yên li wê derê ne hatiye perwerdekirin.