Abdullah Tel
08 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
ÎDLIB/ANKARA
Bêçekkirina xetên eniya li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdilibê ku di çarçoveya lihevkirina Soçiyê ya navbera Tirkiye û Rûsyayê da pêk hatibû wê îro temam bibe.
Li gor agahiyên nûçegihanên AAyê yên li Îdlibê ne dan muxalifên eskerî duh seranserê şevê ji bo vekişandina çekên giran ên ku li hemberî hêzên rejim û yên Îran piştgiriyê dide wan ser xeta eniyê bi cih kiribûn zêdetir hewl dan.
Komên li ser Artêşa Azad a Sûriyeyê û komên çekdar ên dijî rejimê ne piraniya çekên giran ên ku ji topên hewanê, palên Gradê û palên moşekên xwedî menzîleke navîn pêk tên û li ser xeta eniya hemberî hêzên rejima Beşşar Esed bi cih kiribûn, kişandin.
Çavkaniyên muxalifên eskerî û rêvebirên Tirk ên pêvajoyê koordîne dikin agahî dan AAyê û gotin ku pêvajo wê nava rojê temam bibe.
Ji aliyê din va Artêşa Tirkiyeyê wê di çarçoveya lihevkirina Soçiyê da li wan deran dest bi dewriyeyan bike û ji ber vê jî hin çek û wesayîtên bizirx şand wan deverên ku ji çekên giran hatine xalîkirin.
- Binpêkirinên rejim dewam dikin
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîl û Herêmî hatin hildan rejima Esed di nav hefteyek dawîn da êrîşên xwe yên li ser cihên ku di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da dimînin, domand.
Di êrîşên ku yekîneyên rejima Esed bi topan birin ser deveran da 3 sivîl birîndar bûn.
- Lihevkirina Soçiyê
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn di 17ê îlonê da li Soçiya bajarê Rûsyayê "Mitabaqata Li Ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê Îstiqrarkirina Rewşê" îmze kiribûn.
Di çarçoveya lihevkirinê da biryar hatibû dayîn ku wê heta 15ê Cotmehê li ser xeteke di navbera 15 û 20 kîlometreyî da herêma bêçek bê avakirin û ji hêla rêvebirên Tirk û Ûris va jî bê kontrolkirin.