BEXDA
Meclisa Nûneran ya Iraqê "biryarên reformê" yên Serokwezîr Haydar el-Îbadî ku tê de "têkoşîna gendeliyê" jî heye, bi yekdengî qebûl kir.
Serokê Meclisê Selîm el-Cuburî, biryarên Lijneya Wezîran ku bi Serokatiya Îbadî hatin dayîn, xwend û paşê ji bo pesendkirin an jî nepesendkirinê deng hatin dayîn. Li meclisê 295 parlementer hebûn û biryar bi yekdengî hatin qebûlkirin.
Cuburî axivî û bangî parlementeran kir û wiha got: "Gel ji bo ku reform çêbibin dixwaze hûn pê re bin. Îro ji bo ku reform çêbibin, îmtihaneke rastîn li ber me ye."
Cuburî got ku bi pêvajoya reformê re hikûmet û meclis ber bi dewleta modern gav avêt û wiha pê de çû: "Meclisê ji bo van mijaran hewleke mezin da. Bi vê wesîleyê jî hikûmetê reform kirin."
Cuburî ji xwepêşandêrên ku ji bo ronîkirina gendeliyan derketin qadan û ji Ayetullah Elî es-Sîstaniyê serokê şiyan re ji bo piştgiriyê sipas kir.
Serokwezîrê Iraqê Îbadî di çarçoveya reformên welêt de biryar dabû ku miqama alîkariyên serokomarî û serokwezîriyê werin rakirin. Her wiha Îbadî telîmat dabû ku dosyeyên gendeliyê werin vekirin û komîteyeke dadgerên pispor li ser van dosyeyan bixebitin.
Piştî ku Îbadî ev biryar dabû, Serokê Meclisê Selîm el Cuburî û serokê şiiyan Mukteda es Sadr piştgirî dabûn Îbadî.