Dinya

"Me neyar ji axa xwe qewirand û rastiyeke nû afirand"

Nihat Kavşut  | 01.12.2020 - Rojanekırın : 02.12.2020
"Me neyar ji axa xwe qewirand û rastiyeke nû afirand"

Baki

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev, "Me neyar ji axa xwe qewirand û rastiyeke nû afirand. Wê her kes vê rastiyê qebûl bike."

Eliyev di banga xwe ya gel da ji ber ku Laçîn ji dagiriyê hat rizgarkirin gel pîroz kir.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev diyar kir kesên niha li Qerebaxa Çiyayî dijîn welatiyên Azerbaycanê ne û got ku wê bibînin ku dê heyata wan li dewleta Azerbaycanê hê baştir be.

Eliyev destnîşan kir neyar ji axa xwe qewirandine û rastiyeke nû afirandine û got wê her kes vê rastiyê qebûl bike.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev der barê biryara Senatoya Fransayê da ku bang li hikûmeta Fransayê kir ku serxwebûna Qerebaxa Çiyayî nas bike wiha axivî: "Çi eleqeya Senatoya Fransayê bi meseleya me ra heye? Heger zehf dixwazin ji bona dewletê li serê ava bikin bira Marsîlyayê bidin Ermeniyan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın