MALATYA
Li Meletiyê di Tesîsa Cihê Mayînê ya Beydagiyê de heta niha 120 dewatên penaberên sûriyeyî hatin kirin.
Berpirsiyarê bajarê konteynerê Nîhat Yazicioglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji sala 2013an û heta niha ev tesîs xizmetê dike û 7 hezar û 800 sûrîyeyî li vê derê dimînin. Yazicioglu got ku wan heta niha 120 dewat kirin.
Şems Begdaş (21) jî li bajarê konteynerê zewicî û got ku ew bi 5 ferdên malbata xwe ve ji Hûmûsê ber şer revîn û hatin Meletiyeyê.
Begdaş got ku ew û mêrê xwe cara ewil li Cerablûsê rastî hev hatin û wê demê ew ji şer direvîn û wiha dewam kir: "Pişt re em hatin Meletiyeyê û em zewicîn û pir kêfxweş in. Me dilşadî li Tirkiyeyê dît."
Muayed el Yûsifê (24) mêrê Begdaşê jî ji got ku ew jî ji Hamayê ber şer revîn û hatin û wiha pê de çû: "Em hatin li vê derê zewicîn. Em ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û gelê Tirkiyeyê re sipas dikin. Tişta ku Esed ji gelê xwe re nake, Erdogan dike."