HALEP
Zarokên malbatên sûriyeyî yên di konteyner û konên nêzî sînorê Tirkiyeyê yên li Azeza navçeya Helebê dijîn, di dibistanê nêzî deriyê sînor ê Essalamê de dixwînin.
Hat diyarkirin ku şert û mercên ku di nav de tên perwerdekirin, ne baş in.
Sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî yê ku ev 4 salin li welatê wan dewam dike, mecbûr man ku malên xwe biterikînin, niha di konên nêzî sînorê Tirkiyeyê yên ewle de dijîn.
Zarokên sûriyeyî di konên ku bi alîkariya Wekfa Însanî ya Maf û Azadiyên Însanî (ÎHH) hat amadekirin de dijîn û li vir tên perwerdekirin. Hat ragihandin ku şert û mercên ku zarok di nav de tên perwerdekirin ne baş in.
Mamosteyên dildar ên ku di konteyneran de zarokan perwerde dikin got ku pêdiviya wan bi malzemeyên dibistanê heye.
Zarokên ku di kampan de dijîn, bi serwîsan ji wir hildidin û dibin konteynerên wek dibistan tên bikaranîn û piştî perwerdeyê dîsa xwendekaran tînin konan.
-"Pêdiviya me bi 4 konteyneran heye"
Midûrê Dibistana Babûsselam Muhammet Abûdiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku dema şer nû destpêkiribû ji hemû aliyan ve ji bo me alîkarî dişandin lê niha ew alîkariya ku dihat qut bû.
Abûdiye wiha axivî: "Ew 4 mehin em nikarin mehaneyê bidin mamosteyên xwe. Berê jî wiha bibû. Wan jî got 'çi dibe bila bibe em ê bê mehane bixebitin û nehêlin ku zarokên me paşve bimînin.' Ez bawer im ku heke kes alîkarî nede jî em ê wiha dewam bikin."
Abûdiye got herî zêde pêdiviya me bi malzemeyên kirtasiyeyê heye û divê ji bo xwendekaran jî herî kêm 4 konteyner bên, pêdiviya me bi xwendingehan heye û wiha dewam kir: "Em sipasiya Tirkiyeyê dikin. Çi ji dest hat we ji bo me kir. Lê xwendingehên me zehf qelebalix in û pêdiviya me bi 4 konteyneran heye."