DIYARBAKIR
Mamosteya kurdî Netîce Arslana mexdûra qedexeya sergirtinê ya heyama 28ê sibatê ji AK Partiyê bû namzedê Diyarbekirê.
Namzeda Parlementeriyê ya rêza 9emîn a AK Partiyê Netîce Arslanê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku min di sala 1999an de beşa Teknîkeriya Înşaetê ya Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Alparslan ya Zanîngeha Firatê qezenc kir, ez wê demê zewicî bûm û 2 zarokên min jî hebûn lê ez ji ber ku sergirtî bûm rastî gelek tehdeyan hatim û min tenê 3 mehan karî biçim Zanîngehê.
Arslanê bi bîr xist ku wê heyamê gelek kes mecbûr man ku dev ji karê xwe û zanîngehê berdin û qal kir piştî ku dev ji zanîngehê berda hemû wextê xwe bi zarokên xwe re derbas kir.
Arslanê got piştî ku li Diyarbekirê bi cî bû mexdûriyeta wê bû sedem ku berê xwe bide siyasetê û di AK Partiyê de dest bi siyaseta aktîf kir û diyar kir ku bi saya pêngavên demokratîkbûnê ya ku ji aliyê AK Partiyê ve hatin avêtin çû çend qursan û perwerdeya kurdî dît.
Arslanê qal kir ku li Navenda Perwerdeya Daîmî ya Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê qeyda xwe çêkir û got ku bi saya sertîfikiya ku sitand di dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî de wekî mamosteya bipeyman dersê dide.
Arslanê diyar kir ku bi sergirtî dikeve dersan û got "Di heyama 28ê sibatê de an dê me serê xwe vekira an jî dê me dev ji zanîngehê berdaya. Me ji bo baweriyên xwe serê xwe venekir."
-"Me ev azadî bi saya AK Partiyê bi dest xist"
Arslanê got bi saya îqtidara AK Partiyê bi sergirtî dikare bikeve dersan û li dibistanê perwerdeya kurdî didin zarokan û bi vê yekê jî serbilind in û wiha axivî:
"Min wek kurdekê xwe di AK Partiyê de azad hîs kir û ez çawa dixwazim wisa dikarim zimanê xwe bi kar bînim. Ev du sal in ku ez dikevim dersên kurdî û serê saeta dersê heqê xwe distînim. Derfeta min çêbû ku ez zarokên welatê xwe perwerde bikim. Ev ji bo min serbilindiyek e û me ev azadî bi saya serê AK Partiyê bi dest xist."
Arslanê diyar kir ku divê pêngavên demokratîkbûnê yên ku AK Partiyê pêk anîn û azadiyên ku pêşkêşî welatiyan kirin, biçûk neyên dîtin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez bi sergirtî dikarim dersê bidim zarokan. Ev tiştên wisa ne ku tu carî nayên biçûkdîtin. Ji nîşaneyên herî mezin ên nîşan didin ku welat ji çi astê derketiye çi astê, yek sergirtin e ya din jî perwerdeya kurdî ye."