Erdogan, Pûtîn û Rûhanî berî civînê destê hev tewqe kirin û poz dan rojnamevanan.
Piştî lûtkeya ku li Senatoryûm Rûsê bi rê ve diçe wê hersê serok civîneke hevpar a çapemeniyê li dar bixin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê lûtkeya Sûriyeyê ya li Soçiyê de got ku "Ev lûtkeya sêalî ji bo bi temamî rawestana xwîna ku li Sûriyeyê diherike, dawîlêhatina trajediya ku çendî sal in diqewime gelekî girîng e. Dinya bûye şadihê encamên muspet ên di mijara Sûriyeyê de tesîskirina atmosfereke xebatê ya nêz a Tirkiye, Rûsya û Îranê."
Erdogan di beşa ji çapemeniyê re vekirî ya lûtkeya sêalî ya ku bi Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re li Sanatoryum Rûsê dikin de axivî û ji ber ku mazûvantiya lûtkeya sêalî kir û xweşqebûla ku nîşanê wan de spasiya Pûtîn kir.
Erdogan bi bîr xist ku bi Pûtîn re hefteya borî dîsa li Soçiyê hatin bal hev û got ku di wê hevdîtinê de bi berfirehş li ser mijara Sûriyeyê sekinîn û derfet dîtin ku têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê binirxînin.
Erdogan got bi beşdariya lûtkeyê Rûhaniyê ku wekî "birayê min ê muhterem" xitabî wî kir derfeta wan çêbû ku li ser hemû mijaran bi formata sêalî nirxandinan bikin û wiha axivî: "Ez bi vê wesîleyê di hizûra we de dixwazim ku qala erdheja hefteya borî ya ku tesîrê Îranê jî kir bikim. Xwedê rehma xwe li birayên me yên îranî û iraqî yên ku di vê erdhejê de mirin bike û şifaya xêrê bide birîndaran."
Serokomar Erdogan got ku "Ev lûtkeya sêalî ji bo bi temamî rawestana xwîna ku li Sûriyeyê diherike, dawîlêhatina trajediya ku çendî sal in diqewime gelekî girîng e. Dinya bûye şadihê encamên muspet ên di mijara Sûriyeyê de tesîskirina atmosfereke xebatê ya nêz a Tirkiye, Rûsya û Îranê ku Astana mînaka herî xweşik a vê yekê ye û ez bi vê wesîleyê li Astanayê tabiî kî ji ber mazûvantiya wî spasiya Nazarbayevê Serokdewletê Kazaxistanê dikim."
- "Ez wisa bawer dikim ku em ê biryarên qrîtîk bistînin"
Erdogan qal kir ku pêvajoya Astanayê bû wesîle ku di sehayê de geşedanên erênî çêbin û got ku "Cihê ku em hatibê girîng e lê têrî nake. Ji bo tesîskirina çareseriyeke siyasî ya muteber û mayînde ya ku dê gelê Sûriyeyê qebûl bike pêwîst e ku hemû alî piştgirî bidin."
Erdigan diyar kir ku ji bo lûtkeyê baş amadehî kirin û wiha axivî: "Hem amadehiyên ku Wezîrên me yên karên derve kirin, hem jî amadehiyên ku sererkanên me kirin îfadeya wê yekê ye ku ev lûtke bêtir ji bo encamê ye. Arezûya min ew e ku em îro ji vir bi awayekî gelekî cuda veqetin. Înşeallah ez wisa bwer dikim ku emê îro di wî warî de biryarên qrîtîk bistînin."