Lûtkeya bi mebesta dabînkirina agirbestê û aşitiyê ya mayinde li Libyayê li Berlîna paytextê Almanyayê dest pê kir.
Ahmet Aydın
19 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2020
Berlin
Lûtkeya bi mebesta dabînkirina agirbestê û aşitiyê ya mayinde li Libyayê li Berlîna paytextê Almanyayê dest pê kir.
Konferansa navneteweyî bi mebesta dabînkirina agirbestê û aşitiyê ya mayinde li Libyayê li Berlîna paytextê Almanyayê dest pê kir.
Di konferansê de ya ku Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel bi mebesta piştavaniya hewlên Neteweyên Yekbûyî (NY) mazûmvaniya wê dike, armanc ew e şer û pevçûn bisekini, peymaneke mayinde ji bo parastina yekparçeyiya axa Libyayê bê îmzakirin, di navbera herdu aliyan de aşitî bê dabînkirin.
Piştî ku Tirkiye û Rûsya tê de dewr dîtin û li Libyayê agirbest çêbû, konferansê tekezî sitend.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokwezîrê Qraliyeta Yekbûyî Boris Johnson, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (NY) Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte, Serokê Komara Kongoyê Felix Tshisekedi, Serokomarê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebbûn, Nûnerê NYê yê ki Libyayê Ghassan Salame digel nûnerên Yekîtiya Afrîqayê û Yekîtiya Erebî beşdarî konferansê dibin.
Ji Çînê Serokê Ofîsa Komîteya Xebata Karê Derve yê Partiya Komînîst a Çînê Yang Cîeçi herwiha Wezîrê Karê Derve yê Îmaratê Ebdullah bin Zeyd Al Nehyan jî di konferansê de nûnertiya welatê xwe dikin.
Serokwezîrê Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî ya Libyayê Fayîz Serrac û Xelîfe Hefterê serekê hêzên li rojhilatê Libyayê jî ji bo konferansê li Libyayê ne.
- Dê Serrac û Hefter li holên cihê bin
Hat ragihandin ku Serrac û Hefterê ku di destpêka lûtkeyê de li maseyê nebûn li 2 holên cihê de wê li wan bê guhdarîkirin.
Tirkiye, Îtalya û Cezaîr piştevaniya Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî ya Libyayê, Fransa, Îmarat û Misir jî li aliyê Hefter in.
Tê zanîn ku bandoreke mezin a Rûsyayê jî li ser Hefter heye.
- Daxwazên aliyan
Eniya Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî ya Libyayê dixwaze piştevaniya çekan bê rawestandin, hikûmeta rewa ya Libyayê were naskirin, çavkaniyên enerjiyê yê Libyayê nedin welatên biyanî û axa ku milîsên Hefter di encama şerekî îllegal de li dijî hikûmeta rewa kontrol kirine, paş de bê vegerandin.
Aliyê Hefter jî dixwaze hêzên Hefter beşdarî rêveberiya Bankaya Navendî ya di destê Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî ya Libyayê de bibin, dema agirbest pêk hat milîsên girêdayî Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî ya Libyayê bên bêçekkirin, milîsên girêdayî Hefter li Trablûsê bên bicihkirin û piştî çareseriya muhtemel a siyasî de Hefter bi axa di destê xwe de bibe xwedî hêz.