Haydar Şahin
01 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
QUDIS
Knesseta Parlementoya Îsraîlê pêşnûmaya qanûna ku rayeya îlankirina şer dide Serokwezîr Bînyamîn Netanyahu qebûl kir. Li gor qanûnê serokwezîr ku tesdîqa wezîrê parastinê hilde dikare şer îlan bike.
Li gor xebera rojnameya Haaretzê, pêşnûmaya ku dibêje di rewşên derasayî da serokwezîr dikare bi wezîrê parastinê bişêwire û şer îlan bike di turên 2yan û 3yan da hat tesdîqkirin û bû qanûn. Di xeberê da hejmara parlementerên ku piştgirî dan vê qanûnê nehat diyarkirin.
Li gor vê qanûnê Netanyahu êdî mecbûr nîne ku ji bo îlankirina şer tesdîqa hikûmetê û Komisyona Siyasî û Ewlekariyê ya Knessetê bistîne.
Beriya raydayîna li Knessetê Netanyahu îdia kiribû ku îstixbarata Îsraîlê delîl bi dest xistine ku Îran li ser bernameyeke veşartî dixebite ku sîlaha nukleerê çêbike.