Sevim Hatun
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ANKARA
Ji ber erdheja bi lerza 7,2 li Helebçeya bajarê Iraqê ya nêzî sînorê Îranê çêbû li eyaleta Kirmanşahê ya aliyê rojavayê Îranê jî 335 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya ku Midûrê Giştî yê Rêveberiya Afadê ya Kirmanşahê Riza Mehmûdî da Tesnîma ajansa xeberan a fermî ya Îranê, hejmara kesên ji ber erdhejê mirin gihîşt 335an.
Mehmûdî got ku 2 hezar û 504 kesên di erdhejê de birîndar bûn jî li nexweşxaneyên derdorê tên tedawîkirin.
Mehmûdî diyar kir ku Serokê Rêveberiya Afadê jî li herêma erdhejê ye û got ku gelek balafir û firoke ji bo birîndaran neqlî nexweşxaneyên li bajarên derûdorê bikin sewqî herêmê kirin.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî got ku wan hemû ekîb ji bo alîkariyê bidin herêmên erdhejê seferber kirine.
Walîtiya Kirmanşahê diyar kir ku li herêmê 3 roj şîn hat îlankirin.