Hat ragihandin ku yekîneyên girêdayî "Eniya Îslamî"yê li Sûriyeyê bi erebeya bombebarkirî ve êrîşî baregeha kontrolê ya leşkerên rejimê kirin û di encama erîşê de 50 leşkerên rejimê hatin kuştin.
Berdevkê Eniya Îslamiyê Ebu Fîras daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku yekîneyên Eniya Îslamiyê li Cesr el-Şuxura herêma bajarê Îdlibê bi erebeya bombebarkiri ve êrîşî baregeha leşkeriyê ya Freykê kirin.
Ebu Fîras eşkere kir ku di êrîşê de 50 leşkerên rejimê hatin kuştin û gelek tankên wan jî hatin îmhakirin. Ebu Fîras got ku hêzên mixalif li herêmê gelek cihên girîng ji destê rejima Esed xelas kirin.