Türkan Tosun
09 Îlon 2018•Rojanekirin: 09 Îlon 2018
ÎDLIB
Li Îdlib û Hemaya bajarên Sûriyeyê êrîşên esmanî yên rejima Beşşar Esed û Rûsyayê dewam dikin. Di êrîşan da zarokek hat kuştin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda, balafirên şer ên Rûsya û rejima Esed û firokeyên rejimê ji serê sibê pê va li başûrê Îdlibê êrîşî bajaroka Habîtê, gundên Tel Aas û Abidînê û li navçeya Latamneya ku dikeve bakurê Hemayê êrîşî cih û warên sivîlan û mixalifên eskerî dikin.
Firokeyên rejima Esed li Latamneya bakurê Hemayê êrîşî nexweşxaneyekê kirin.
Di êrîşa ku bi bombeyên warêlê hat kirin da nexweşxaneyê xisar dît û êdî xizmetê nade. Hat ragihandin li nexweşxaneyê kesek nemir an jî birîndar nebû.
Midûrê Parastina Sivîl Mistefa Hac Ûsiv daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Ji serê sibê pê va êrîşên esmanî tên kirin. Li Habîta bajaroka Îdlibê zarokek hat kuştin, herî kêm 5 sivîl jî birîndar bûn."
Rayedarên çavdêriya balafiran a mixalifan jî der barê êrîşan da li ser medyaya civakî daxuyanî dan û wiha gotin: "balafirên şer ên Rûsyayê yên ku ji baregeha eskerî ya Himeymîmê rabûn û firokeyên rejima Esed ên ji Hemayê rabûn êrîşî sivîl û mixalifên li başûrê Hema û Îdlibê kirin."
- Di 9 rojên dawîn da 29 sivîl mirin
Li gor agahiya çavkaniyên Parastina Sivîl ji serê vê mehê vir va di êrîşên rojava û başûrê rojavayê Îdlibê, êrîşên bakurê Hemayê da 29 sivîl mirin, herî kêm 58 kes birîndar bûn.
Îdliba di destê komên biçek ên dijî rejimê û muxalifên eskerî da ye di 4-5ê Gulana 2017an da di civîna Astanayê da wekî "herêma rageşî divê bê kêmkirin" hatibû îlankirin. Lê rejim û hin caran jî Rûsya êrîşên esmanî dibin li ser herêmê.