MUŞ
Li Mûşê welatiyên ku li quntara çiyayê Kurtîkê derketine zozanan remezana xwe hênîk û xweş derbas dikin.
Di germa havînê de remezana zozanê ya quntara çiyayê Kurtîkê hêniktir derbas dibe. Gundî piştî paşîvê sibê zû dest bi xebatê dikin.Mêr heywanan diçêrînin, jin jî şîr didoşin û bi şîrê ku dotine ve penêr, to û qatix çêdikin. Nêzîkî êvarê jin kuçik dadidin û xwarina fitarê amade dikin.
Emîn Rençberê ku bi malbata xwe ve derketiye zozanan ji nûçegihanê AAyê re got ku jiyana zozanê xweş e, lê zehmet e.
Rençber got ku 120 pezê wî heye û ew ê heta meha cotmehê li zozanan bimînin û wiha dewam kir: "Havînê remezan zehmet e, lê em li vir remezana xwe baş derbas dikin. Em şîv û paşîva xwe dixwin û piştî fitarê çayê vedixwin. Îsal em bi xwe heywanên xwe xwedî derdikevin, me neda şivanan. Bi şîrê wan ve em penêr û qatix çêdikin. Îsal hewa xweş e û remezan hênîk derbas dibe."