Ayhan Mehmet
20 Sibat 2025•Rojanekirin: 22 Sibat 2025
Li Selanîka bajarê Yûnanistanê cotyaran bi mebesta sitandina piştekî ji hikûmetê bi traktorên xwe va xwepêşandan li dar xist.
Cotyarên ku bi dehan traktoran va ketin navê bajêr, li navenda bajêr li hev civiyan.
Cotyarên ku li wê derê çend axaftin kirin, berê xwe dan otêla ku bi beşdariya Serokwezîr Kiryakos Mîçotakîs çalakî lê tê lidarxistin.
Polîsan rêyên ku ber bi otêlê va diçin asê kirin û ji ber vê xwepêşandan bi dawî bû.
Mêşvan û ajeldaran jî piştevaniya xwepêşandanê kir.
Cotyar dixwazin maliyetên hilberînê bên kêm kirin, ji mazota ku di çandiniyê da tê bikaranîn bac neyê sitandin, buhayê elektrîkê bê daxistin, di dema afatên siruştî da zirar bên tezmînkirin û herwiha mehaneyên malnîşinan bên zêdekirin.