XEZE
Li Xezeyê dema agirbesta berwext a ku ji bo 72 saetan hatibû kirin bi dawî bû. Ji bo berdewamiya agirbestê di nav komên filistînî û îsraîlî de tu lihevkirin heta niha pêk nehat.
Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî destnîşan kir ku di gotûbêjên li Qahireyê hatin kirin de di navbera her du aliyan de tu lihevkirin pêk nehat û ji ber vê jî dema agirbestê nehat dirêjkirin.
Îsraîlê îdia kir ku agirbest hat binpêkirin
Artêşa Îsraîlê diyar kir komên filistînî ew agirbesta ku bi wan re hatibû kirin binpê kirine.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê hat kirin de hat gotin ku "2 roketên ku ji aliyê Xezeyê avêtin li herêma Eşkolê ketin. Di bûyerê de mirî û birîndar tunene.
Artêşê ragihand ku komên filistînî bi vê êrîşê agirbest binpê kirin lê Îsraîl ji destpêka agirbestê heta niha tu gaveke ku agirbestê binpê bike neavêt.
Tevgera Hamasê wan îdiayên artêşa Îsraîlê ku dibêje agirbest hatiye binpêkirin derewand.
Zuhrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Îsraîl ji bo bingeha êrîşên xwe amade bike îdiayên wiha diavêje holê.