Önder Beyter
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2019
Li Venezuelayê ceyran çû.
Li gorî nûçeyên çapemeniya welêt, li Venezuelayê ku îsal 4 caran ceyran çû, li paytext Caracasê û beşeke mezin a welêt ceyran hat birîn.
Der heqê birîna ceyranê ku qedera du saet berê dest pê kir da tu daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Li Venezuelayê di 7ê adarê da ceyran çûbû û qedera hefteyekê jî nehatibû berdan û herwiha li dû vê, di 25ê adarê da ji bo cara duyemîn bi awayekî giştî vê carê çûbû û du rojan nehatibû berdan. Serokê Dewletê Nicolas Maduro ragihandibû ku nîşandarekî gule berda unîteya veguhestinê ya santrala hîdroceyranê ya li Guriyê ku enerjiyê dide beşeke mezin a welêt û ji ber vê guleagirkirinê agir pê girt û ceyran qut bû.
Herî dawî di 29-30ê adarê da ceyran çûbû û piştî vê dîrokê Maduro plana ji bo 30 rojan ragihandibû.
Di çarçoveya planê da du roj berê li deverên cuda yên welêt di navbera 18.00-20.00an da ceyran "bi awayekî plankirî" hatibû birîn.
Ji xeynî vê, hikûmetê biryar dabû ku şirketa CORPOELEC ku ji binesaziya ceyrana welêt berpirsyar e, jinûva verast bike.