Stockholms Lan
Komeke alîgirên PKK/PYDya rêxistina terorê li Stockholma paytextê Swêdê civiya û serlêdana NATOyê ya Swêdê protesto kir.
Koma ku li Stockholmê li Meydana Norra Bantorgetê civiya heta ber derê avahiya Partiya Demokrat a Civakî meşiya.
Alîgiran paçikên ku PKK/PYDya rêxistina terorê sembolîze dikin vekirin û xwestin ku Swêd nekeve NATOyê û Swêd daxwazin Tirkiyeyê qebûl neke.
Alîgirên terorê di xwepêşandanê da dirûşmeyên "Em hemû PKKyî ne" berz kirin.
Polêsan midaxeleyî xwepêşandana bêdestêr nekir û biqasî 200 kes beşdarî xwepêşandana bêdestûr bibûn.
- Erdogan di axaftina bi Anderssonê ra da fealiyetên rêxistina terorê destnîşan kiribû
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro bi Magdalena Anderssona Serokwezîra Swêdê ra bi têlefonê axivîbû û li ser têkiliyên herdu welatan û serlêdana endamtiyê ya NATOyê sekinîbûn.
Erdogan diyar kiribû ku Tirkiye demek dirêj e tîne ziman ku ji têkiliyên Swêdê yên bi şexs û qaşo saziyên bin rêvebiriya PKK/PYDyê ra aciz e û bal kişandibû ku hebûn û fealiyetên FETOya rêxistina terorê yên li Swêdê didomin û destnîşan kiribû ku Swêd divê dawî li piştgiriya siyasî, fînansî û çekan a ji bo rêxistinên terorê bîne.