14 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku li Freetowna patextê Sîerra Leoneya welatê Afrîkaya Rojava ji ber barana gur lehî rabû û hezaz çêbû, zêdetirê 200î însan mirin.
Sinneh Kamarayê rayedarê Tiba Edlî yê ku li Nexweşxaneya Connaughtê dixebite ji çapemeniya herêmî re daxuyand ku li herêmê ji ber lehî û hezazê herî kêm 200 kes mirin.
Kamara got ku cesedên miriyan di morgê de bi cî nabin û bangî ambulansan kir.
Hat diyarkirin ku ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê esker şandin herêmê.