İbrahim Atmaca
06 Sibat 2019•Rojanekirin: 08 Sibat 2019
QAHIRE
Ji ber ku li Misrê hema bêje qet berf nabare, Misrî xwe li ser qûma çolê dişqitînin.
Misir digel piramîd û perestgehên xwe, bi turîzma xwe ya çolê va jî dertê pêş. Kesên ku ji çol, waha û geliyan hez dikin, berê xwe didin Misrê.
Bajarê Feyumê ku bi çol û geliyê xwe va meşhûr e jî di nav wan bajaran da ye ku ji aliyê turîzmê va balê dikşînin. Li bajêr di demên dawîn da li çolê spora xweşiqitandinê jî tê kirin û qala vê sporê tê kirin.
Her çend meriv zivistanê li ser berfê xwe dişqitîne û şiqitandin dikeve nav turîzma zivistanê jî van salên dawîn li gelek welatan meriv li çolê li ser qûmê xwe dişqitînin.
Bi taybetî jî girên qûmê yên Geliyê Reyanê bi saya vê sporê deng veda û ev der li welêt bi hezaran hezjêkerên safariyê cezb dike. Ev spor bala gelek turîstên xwemalî û biyanî dikşîne û li her derê dinyayê jî hezjêkerên vê sporê hene.
Di vê sporê da kaşûnbaz li ser girên qûmê xwe dişqitînin û ji bo ku ser qûmê bişqitin jî textikên ku ji madeya "formika" an jî "lamineks" tên çêkirin û bi mûmê hatine rapêçandin didin binê piyê xwe.
Mihemed Aliyê ku ji şiqitandina ser qûmê hez dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku demsala zivistanê ji bo şiqitandina ser qûmê dema herî baş e, lewra Geliyê Reyanê havînê pir germ e.
Elî diyar kir ku ew û hevalên xwe her meh xwe li ser qûmê dişqitînin û got ku pîvanên vê sporê yên sereke ew in ku meriv xwe li ser xwe bigre û nekeve nav qûmê.
Elî got ku ketina Geliyê Reyanê bi peretî ye û bihayê ketinê 10 cuneyh (nêzî 3 lireyê Tirk), bihayê xweşiqitandinê jî 5 cuneyh e (nêzî lireyek û nîvê Tirk).