ANTALYA
Endamê Hîndekariyê ya Beşa Dîrokê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Akdenizê Alîkar. Doç. Dr. Guven Dînç diyar kir ku hin dewletên rojavayî di heyama dawîn a Dewleta Osmanî de li ser navê berhemên dîrokî destûr hildane û di axa Osmanî de li "neftê" geriyane.
Dînç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ligel Fatma Şîmşekê di çarçoveya xebatên li ser projeya "Di sedsala 19an de li Dewleta Osmanî derketina nêrîna berhemên dîrokî û polîtîkayên di vê qadê de hatine meşandin" de agahiyên gelekî balkêş peyda kirine.
Dînç û Şîmşekê di Arşîvên Osmanî yên Serokwezîriyê de ji bo xebata xwe lêkolînên berfireh kirin û di wê demê de jî rastî agahiyên gelekî ecêb jî hatin.
Dînç destnîşan kir ku di nav wan agahiyan de ya herî ecêb ew e ku dewleta Îngilîz, Alman û hin dewletên rojavayî ji bo ku armanca xwe ya sereke ya li ser axa Osmanî veşêrin li ser navê berhemên dîrokî destûr hildane û li Rojhilata Navîn di şûna berheman de li neftê geriyane.
Armancên bidizî yên ingilîz û almanan
Dînç ragihand ku dewletên Ewropayî ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li ser axa Dewleta Osmanî her tişt kirine û wiha pê de çû:
"Van dewletên hanê armancên xwe yên sereke yên li ser axa Dewleta Osmanî veşartine û bi hin navên din xebatên xwe meşandine. Bi taybetî jî Îngiltere û Almanya ji bo ku li Kerkûk û Mûsilê bikaribin li neftê bigerin li ser navê lêkolînên der heqê berhemên dîrokî de destûr hildane. Em gihîştin belgeyên wan destûran. Yanî bi rastî jî armanca xwe ya sereke veşartine û bi navê xebatên di hêla arkeolojiyê de destûr hildane. Lêkolînerên ingilîz û alman bi armanca dîtina neftê li Bexda û Mûsilê xebat kirine."