Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç di daxuyaniya xwe ya li dû Civîna Lijneya Wezîran de qala geşedanên dawîn ên li bakûrê Sûriyeyê kir û wiha got: "Em hin nîşaneyên dibînin ku li ser formuleke ku Kantonan bînin bal hev dixebitin."
Bulent Arinç li dû Lijneya Wezîran bersiva pirsên rojnamegeran da.
Li ser pirsa rojnamegerekî ya der heqê avakirina hikûmetê de Arinç wiha xeberda: "Heke ku pêvajoya avakirina hikûmetê dest pê bike, heke ku birêz Serokwezîrê me nimûneya koalîsyoneke ku bikaribe îstiqrarê bidomîne, pêk bîne, wêçaxê ez bawer dikim ku ev cure geşedanên li Tirkiyeyê dê bi awayekî erênî dewam bikin".
- "Em hin nîşaneyên dibînin ku li ser formuleke ku Kantonan bînin bal hev dixebitin"
Li ser pirsa peyamnêrekî, "Li Sûriyeyê li hemberê ereb û tirkmenan cîguhastina bi darê zorê heye. Gelo Tirkiye ji bombardimana hêzên koalîsyonê aciz e? Tirkiyeyê ew aciziya xwe gihand DYAyê? Bi taybetî jî guhastina bingeha demografîk a di lehê PYDyê de hat gihandin? Bulent Arinç got ku tu muxalefeteke Tirkiyeyê tuneye ku hêzên koalîsyonê hedefên DAEŞê bide ber bombardimanê.
Arinç axaftina xwe wiha domand:
"Belê, em jî wekî hin welatan beşdarî van bombardimanan nebûn. Li gor xwe hin sedemên me yên mafdar jî hene. Lêbelê dibe ku hin derfet dabin wan ku hin cihan ji xwe re biemilînin, di nava lihevkirineke dualî de. Wan, ev li dijî DAEŞê dikirin. Aniha wekî ku we jî got li cihên ku tên bombardimankirin, paqijiya nijadî bi destê YPG û PYDyê û bi destê DAEŞê tê kirin. Ev pêwendî û lihevkirinên ecêv in. Lêbelê em dibînin ku geşedanên li bakûrê Sûriyeyê, koçberkirineke bi vî rengî, paqijkirina wan deran, li wir bicihkirina unsûrên din didin nîşan ku li ser formuleke ku kantonan bînin bal hev dixebitin. Helbet ji ber bombardimanê û ji ber ku hin mirov mirin, Serokwezîrtiya me hişyariyên hewce dan û bala wan kişand ser meseleyê. Ez dikarim bêjim ku hişyariyên hewce hatin kirin."