HAKKARİ
Li Şemdinliyê navçeya Hekariyê, terorîstekî rûpêçayî bi çek êrîşê eskerekî kir û esker şehîd bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, terorîstê rûpêçayî li pêşiya bankeyê ya ser Kolana Cûmhûriyetê êrîşê eskerekî kir.
Eskerê ku birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdinliyê û ji bo qefaltina terorîstê ku revî jî li herêmê lêgerîn dan destpêkirin.
Hat zanîn ku eskerê ku birîndar bû nehat xilaskirin û şehîd bû.
Li Diyarbekirê terorîstan ser pirê bombe teqand
Bombeya ku terorîstan li ser pireyê veşart teqiya.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, terorîstan li ser pireya Şenyaylayê ya di navbera Mûş û Pasûrê de bombe bi cih kir.
Teqemeniya ku ser pireyê hat veşartin teqiya û pire hilweşiya. Ji ber qengeşiyê rêbeja ji çûnûhatinê re hat girtin.
Hêzên ewlehiyê ji bo qefaltina terorîstan, li herêmê operasyon da destpêkirin.