Di daxuyaniya ku Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) de hat ragihandin ku hêzên girêdayî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed li ser herêmên ku muxalif li wir dijîn, ji hewayê û bejayê êrîş kir. Li derdora Şamê 39, li Helebê 16, li Îdlibê 5, Derayê 4, Xûmûsê 4, Deyru'z Zorê 2 û Hamayê kesek bi tevahî 71 kes hatin kuştin.
Meqamên fermî yê Sûriyeyê der barê jimara miriyên ku SNHR eşkere dike de tu daxuyanî nedan. Ajansa nûçeyan a fermî SANAyê da zanîn ku hêzên ewlehiyê li bajara Îdlibê komeke ku di nava wan de biyanî jî hebûn, kuştin.
Di nûçeyê de gotin ku artêşa Sûriyê li navçeyên Rasten û Waerê ya Xûmûsê ji komên "terorê" gelek kes kuştin. Hat ragihandin ku mayina ku li kêleka rêya Kîswe û Xarcelleya Şamê hatibû bicîkirin teqiya û di teqînê de zarok jî di nav de 6 kes birîndar bûn.
- Firokeyên Hêzên Hewayê yên Sûriyeyê Heleb wêran kir
Di vê navberê de berpirsyarê çapemeniyê yê Komîteya Koordînasyona Herêmî yê Sûriyeyê Ehmed Hesen Ûbeyd daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku firokeyên Hêzên Hewayê yên Sûriyeyê bi "bombeyên warîlê" êrîş kir û Heleb wêran kir.
Ûbeyd got ku firokeyên artêşê ev 5 roj in "bombeyên warîlê" dibarîne li ser bajêr û got ku "Firokeyan îro bombeyên warîlê barand li ser herêmên bajêr yên wekî Tarîk Bab, Mesakîn Hananû, Eşrafiye û Şêx Meqsûdê. Gelek xanî xira bûn û gelekan jî zirar dît. Ji nav kavilên xaniyan bi arîkariya gel mirî û birîndar hatin derxistin."
Ûbeyd destnîşan kir ku wesayît jî di bin kavilan de man û wiha axivî: "Gel bi derfetên xwe birîndar derxistin û bi ambûlansa birin nexweşxaneyên sehrayê."
Ûbeyd bi bîr xist ku ji ber bombekirina herêmê şewat derketin û agirkujan demildest mudaxele kir û got ku "Nexweşxaneyên Sehrayê bi birîndaran tijî bûn. Rewşa hin birîndaran xedar e. Firokeyên ku bombeyên warîlê diavêjin bajêr li hewayê wekî mêşan xuya dikin. Ji ber vê yekê gel nizane ku firoke ji hewayê çi diavêje ku derê. Ji ber vê jî nikare tevdîran bigire."