Dinya

Li Sûdanê hewleke derbeyê ya nû hat astengkirin

Konseya Demkî ya Eskerî ya Sûdanê ragihand li welêt hewleke derbeyê ya nû hat astengkirin û serkêşê hewla derbeyê hat girtin

Nihat Kavşut   | 12.07.2019
Li Sûdanê hewleke derbeyê ya nû hat astengkirin

Hartum

Konseya Demkî ya Eskerî ya Sûdanê ragihand li welêt hewleke derbeyê ya nû hat astengkirin û serkêşê hewla derbeyê hat girtin.

Orgeneral Cemal Omerê Serokê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Konseya Eskerî di daxuyaniya xwe ya di têlevîzyona dewletê ya Sûdanê da destnîşan kir hewleke derbeyê ya nû ku eskerên teqawidbûyî û yên li ser kar yên teşkîlata hêzên çekdar û îstixbaratê di nav da bûn hat astengkirin û fermandarê hewla derbeyê û 7 jê li ser kar 12 serbaz û 4 serserbaz hatin binçavkirin.

Omer diyar kir bi hewla derbeyê dixwestin zirarê bidin peymana tê xwestin bi Hêzên Guherîn û Azadiyê ya mixalefetê ra bê çêkirin.

Şemseddîn Qebbaşiyê Berdevkê Konseya Demkî ya Eskerî ya Sûdanê ragihandibû ku di meha Hezîranê da jî hewleke derbeyê ya esker û siyasetmedar di nav da ne çêbûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın