Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifrê de bi 15 pîleyê ve li Agiriyê hat pîvan.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînê ya Meteorolojiyê herêm di bin bandora hilmegûra nizim a Besrayê de ye. Tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa kêm ewrawî û sayî, hin cihan jî ewrawî be. Tê payîn ku li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê serê sibê û êvarê qeşa, cemed, mij û moran çêbe.
Bi şev hewaya herî sar di bin sifrê de li Agiriyê 15, li Qersê 11, li Erzûrûmê 7, li Ardahanê 6, li Erzîncanê 5, li Bidlîs û Mûşê 3, li Wanê 2 bi ser sifrê li Hekariyê 3, li Îdirê wek 4 pîle hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj hewayên herê germ li Îdirê 19, li Erzîncanê 15, li Hekariyê 12, li Wanê 8, li Mûşê 6, li Erzûrûmê 5, li Ardahanê 4, li Bidlîsê 3, li Qersê 2, li Agiriyê jî wek pîleyek bê pîvan.
Kar kalınlıklarının ise Bitlis'te 69, Muş'ta 9, Konaklı Kayak Merkezi'nde 102, Palandöken Kayak Merkezi'nde 98, Sarıkamış Kayak Merkezi'nde 80, Ergan Kayak Merkezi'nde 77, Kop Dağı'nda 51 santimetre olduğu belirtildi.
Qalindahiya berfê jî li Bidlîsê 69, li Mûşê 9, li Navenda Kaşûnê ya Konakliyê 102, li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 98, li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê 80, li Navenda Xweşiqitandinê ya Erganê 77, li Çiyayê Kopê jî 51 santîmetro ye.