Nuri Aydın
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
Hat ragihandin, rojavayê bakurê Çînê li eyaleta Çînghayê mezinahî 5,7 û 5,8 du erdhej çêbûn.
Li gorî daxuyaniya Navenda Torên Erdhejê ya Çînê (CENC), li herêmeke 244 kîlometre dûrî Şînînga paytextê eyaleta Çînghayê ku raqimbilind û kêm nifûs e, du hejên mezinahî 5,7 û 5,8 hatin qeydkirin.
Erdhej 10 kîlometre di kûrahiyê da çêbûn û her wiha bi dema herêmî ya yekem di saet 11.16an da ya duyem jî di 11.34an da çêbû.
Hê daxuyanî nehatiye dayîn ka di erdhejan da ziyana madî û canî çêbû yan na.