QUDS
Berdevkê Ewlehiya Îsrailê Micky Rosenfeld daxuyanî da û wiha got: "Di êrîşa ser Sînagogê ya li Qudsê de 4 îsraîlî mirin û 7 kes jî birîndar bûn. 2 êrîşkarên ku êrîşî sînagoga li taxa Har Nofa Qudsê kirin jî bi destê polêsan hatin kuştin."
Rosenfeld destnîşan kir ku polês piştî êrîşê sewqî cihê bûyerê bûn û ew der dorpêç kirin û birîndar jî rakirin nexeşxaneyê.
Polêsan der barê nasnameya êrîşkeran de hê agahî neda.