Meiramgul Kussainova
13 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2022
Lûtkeya 6em a Konferansa li Asyayê Tevkarî û Tevdîrên ku Pêbaweriyê Zêde Dikin (CICA) li Astanaya paytextê Qazaxistanê dest pê kir.
Civînê li Qesra Serxwebûnê ya li Astanayê bi mazûvaniya Serokomarê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayev dest pê kir. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî, Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas, Alîkarê Serokê Çînê Wang Qishan, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev, Serokomarê Qirgizistanê Sadir Caparov, Serokomarê Tacikistanê Îmamelî Rehman, Alîkarê Serokê Vîetnamê Vo Thi Anh Xuan beşdar dibin. Serokomarê Belarûsê Aleksander Lukaşenko jî wekî endamê çavdêr beşdar dibe.
Beriya rûniştina sereke ya lûtkeyê pêşengan wêne dan kişandin.
Di lûtkeya CICAyê da digel mijarên herêmî û navneteweyî, hingî ku konferans bûye rêxistineke navneteweyî mijarên têkildar dê werin rojevê.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî wê di lûtkeyê da xîtabî pêşengan bike.