KATMANDU
Jimara kesên ku di erdheja bi lerza 7,8 a li Nepalê de mirin derket hezar û 251 kesan.
Erdhej bi saeta herêmî di saet 11.56an de 80 kîlometro bakurê rojhilatê paytext Katmandûyê çêbû û piştî saeteke din bi lerza 6,6ê şok dimdar çêbû. Piştî erdheja ewil li herêmê gelek hejên dimdar qewimîn.
Rayedaran dan zanîn ku di nav avahiyên ku xirabûn de gelek kes hene, ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.
Li Geliya Katmandûyê ya ku bandora erdhejê herî zêde wir hat hîskirin, cesedên 585 kesan hat dîtin.
Dan zanîn ku erdhej li welatên cînar Hîndistan û Bangladeşê jî bû sedemê mirinan û xisarê. Hat ragihandin ku li eyaleta Bîharê ya ku dikeve bakurê Hîndistanê 35 kes mirin, gelek avahî jî hilweşiyan. Li Bangladeşê 2, li Tibetê jî 12 kes ji ber erdhejê mirin.
Li welêt bobelata herî mezin a 80 salên dawîn qewimî û hikûmetê jî rewşa derasayî îlan kir.
Wezîrê Enformasyonê yê Nepalê Mînendra Rîjal got "Gelê me hewcedarê arîkariyê ye. Em li benda arîkariya saziyên navneteweyî yên ku di vê warê de gelek zana ne û teçhîzatên wan hene."
Rêyên ku di erdhejê de zirar dîtin ji hatûçûyê re hatin girtin û xizmetên telefonê jî hema bêje sekinîn. Balafirgeha navneteweyî ya li paytext Katmandûyê jî sefer hatin betalkirin.
Erdhejê herî zêde bandorê Geliyê Katmandûyê kir û wir nêzî 2,5 milyon mirov dijîn. Li herêmê gelekî tûrîstên biyanî jî dijîn.
Pisporên meteorolojiyê eşkere kir ku li welêta ku erdhej çêbû tê payîn ku îro û sibê baran bibare û bahoz çêbe.
-Hîndistanê 4 ton arîkariya mirovahiyê ji Nepalê re şand
Serokê Dewleta Hîndistanê Narendra Modî ji ser Twitterê daxuyaniyek da û got "Em hewl didin ku agahiyan bistînin û di heman demê de hem li Hîndistanê hem jî li Nepalê arîkariya erdhejzedeyan bikin."
Hîndistan ji Nepalê re balafireke ku tê de 4 ton arîkariya mirovahiyê heye, şand.
-Berhemên dîrokî xira bûn
Li Nepala ku piraniya dahatên neteweyî ji tûrîzmê tê bidestxistin, di erdhejê de perestgehên sedan salî û abîdeyên dîrokî jî xira bûn.
Di nav cihên ku di erdhejê de xira bûn de digel Kûleya Dharaharayê ya ku bi qasî 62 metroyan dirêj e û di nav Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de cî digire, qesra kevin a qraliyetê jî heye. Tê texmînkirin ku gelek kes di bin enqazê kûleyê de man.
Şahidan got ku di avahiyên dîrokî yên ku xirabûn de jî tîşên mezin çêbûn.
-Erdhej bû sedemê şapeyê
Piştî erdhejê li Everestê şape çêbû. Di şapeyê de 10 çiyagerên ku hildikişiyan Everestê di bin şapeyê de man û mirin.
-Welatê erdhejan
Li Nepalê berê niha jî erdhejên mezin çêbibûn.
Li herema Bîharê di 15ê kanûna paşîn a 1934an de erdhejeke bi lerza 8,2 çêbibû û hema bêje piraniya welêt bibû kavl. Di erhejê de 12 hezar mirov miribûn.
Dîsa li herêma Bîharê di 21ê tebaxa 1988an de erdhej çêbibû û li Hîndistabê 282, li Nepalê jî nêzî hezarî kes miribûn û 16 hezar kes jî birîndar bibûn.