BAMAKO
Hat ragihandin ku di pevçûnên ku roja înê di navbera Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Azawadê (TRNA) û piştgirên artêşa Maliyê de derketin û hê didomin de 100 kes mirin û 125 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Fermandariya Maliyê hatin hildan, li Enîfîsa bajaroka herêma Kîdalê di navbera milîsên TRNAyê û komên piştgirên artêşê de pevçûn derketin. Şer ji roja înê vir de dewam dike.
Hat ragihandin ku di şer de 100 kes mirin û 125 kes jî birîndar bûn. Rayedar wer difikirin ku di nav miriyan de el-Lîbî Bayayê ku endamê yekîneyên General el-Hac Ag Gamoyê ye û bi navê Bucan ve tê zanîn û Sîdî Mihemedê ku bi navê "Îbraz" ve tê zanîn û berpirsiyarê şerê Kîdalê ye jî hene.
TRNAyê û hikûmeta Maliyê der barê pevçûnê de hê daxuyanî nedan.