İbrahim Atmaca
2018 ж. 15 сәуір•Rojanekirin: 2018 ж. 16 сәуір
ASTANA
Li Astanaya paytextê Kazakistanê çalakiya fûara pişîkan hat kirin.
Fûar bi navê "Pişîkên herî baş ên Kazakistanê" li Qesra Jastarê hat lidarxistin û di fûarê da ji 20 cinsan danasîna nêzî 100 pişîkî hat kirin.
Zarok di serî da şêniyên bajêr eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da û di çarçoveya çalakiyê da li Kazakistanê "Pişîka Herî Baş" a sala 2018an jî hat neqandin.
Endamên juriyê ji Estonya û Letonyayê hatin û li gor guh, çav, pirç û bedena pişîkan pûan da û pişîka herî bedew neqand.
Ji organîzatorên fûarê Evgeniy Meçkovskiy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku çalakî salê 2-3 caran tê lidarxistin û mebesta wan ji çalakiyê danasîna cinsê pişîkan e.
Meçkovskiy diyar kir, li gor heywanên din xwedîkirina pişîkan hêsan e û meriv ji bo vê pişîkan tercîh dikin û wiha dewam kir: "Hewce nake ku meriv pişîkê bigerîne. Pişîk li gor dilê xwe dijî û zehmetê nade merivan."
Meçkovskiy destnîşan kir ku pişîk li fûarê di navbera 130 û 250 dolarî da tên firotin û di agahiyên wan ên pasaportê û aşiyên wan tam in, piştî ku tên firotin ew pişîkan ji nêz va dişopînin.
Meçkovskiy diyar kir, roj bi roj hejmara heywanên ku li kuçeyan dijîn zêdetir dibin û ew dixwazin vê hejmarê kêm bikin û hezjêkirina heywanan zêde bikin.
Meçkovskiy destnîşan kir ku li Kazakistanê ji bo heywanên kuçeyan sitargehên ku dewlet piştgiriyê didinê tunene, tenê sitargehên heywanan ên taybet li heywanên derva xwedî derdikevin.