ISPARTA
Li Yalvaçê di qezaya minîbusê de li gor agahiyên ewil 17 kes mirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda minîbusa ku ji bo berhevkirina sêvan karker dibir navçeya Gelendosta ji rê derket û gindirî şarampolê.
Di qezayê de li gor agahiyên ewil 17 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Ambulans û îtfaiye sewqî cihê bûyerê kirin û kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên derdorê.