BEXDA
Li gor agahiyên Wezareta Karên Hundir ya Iraqê li herêma Sadrê ya bakurê rojhilatê Baxdayê bi erebeyeke bombebarkirî ve êrîş li konê sersaxiyê hat kirin. Piştî vê li heman herêmê dîsa bombeyek hat teqandin.
Piştî êrîşan hejmara miriyan bû 57, ya birîndaran jî bû 100.
Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e.
Ji hêla din Revebirekî Nexweşxaneya Dewletê ya Kazimiyeyê daxuyanî da nuçegihanê AAyê û diyar kir kuambulans bi dehan birîndar aniye nexweşxaneyê û rewşa hin birindaran giran e. Li bajêr bang tê kirin ku xwîn bê dayîn.