SILÊMANÎ
Berpirsyarê Ajansa Parastin û Îstixbaratê ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Lahor Ceng Talabanî diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAEŞê da hata niha ji hezar û 300ê zêdetir pêşmerge mirin.
Lahor Ceng Talabaniyê kurê Celal Talabaniyê Serokomarê Iraqê yê berê li Silêmaniyê beşdarî çalakiya ku tê da eşya, cizdan û kincên bi xun yên pêşmergeyên ku di têkoşîna li dijî DAEŞê da hatin kuştin hatin nîşandan, bû.
Talabanî bi eqrebeyên pêşmergeyan û rayedaran ra li pêşengehê geriya û der barê bûyerên li herêmê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Di têkoşîna li dijî DAEŞê da hata niha ji hezar û 300ê zêdetir pêşmerge mirin. Ez nikarim bêjim hejmar ji sedî sed ev e, ev hejmar li gor agahiyên ku gihîştin ber destê min e. Têkoşîna me ya li dijî terorê dewam dike."
Talabanî destnîşan kir ku DAEŞ ji bo Iraq û herêmê xetereyeke mezin e û wiha pê da çû: "Em wek Kurdistanê divê baldar bin. Lewra te hey dît êrîşî me kirin. Her kes jî dizane ku DAEŞê Ramadiya navenda Enbarê û hin ciyên stratejîk zeft kir û di rêya xwe da pêş da diçe. Ji ber vê yekê divê tu carî neyê jibîrkirin ku rêxistineke çiqasî xeternak e."
Talabanî got di destpêka şer da tecrubeya pêşmergeyan zêde tunebû û wiha axivî:
"Di şerê ku ev 2 sal e dewam dike da hêzên pêşmerge ji DAEŞê baştir hînî hemû taktîkan bûn. Lêbelê divê em dev ji tevdîran bernedin, heta ku ev terorîst li herêmê bin ewlehiya me ya neteweyî di xetereyê da ye."