ENBAR
Hat ragihandin ku hêzên hikûmetê li eyaleta Enbarê operasyon birin ser milîtanên rêxistina DÎŞIyê û hêzên koalisyona navneteweyî ya ku pêşîkêşiya wê DYAyê dike jî ji hewayê piştgirî dan operasyonê. Di encama operasyonê de 50 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.
Fermandarê Hêzên Operasyona li Enbarê Tumgeneral Qasim el-Mihemmedî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên artêşê operasyon birin ser milîtanên DÎŞIyê yên ku li nehiyeya Kerameyê bi cî bibûn û di encama êrîşê de 50 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin û 10 erebeyên rêxistinê yên bizirx hatin teqandin.
- 75 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin
Beriya li El-Kerameyê kuştina 50 milîtanên DÎŞIyê hatibû diyarkirin ku li herêma Ebuganemê ya ku li rexê Çemê Firatê ye di şerê navbera hêzên eşîran û milîtanên DÎŞIyê de 13 milîtan, li Hedîseya nevçeya Ramadiyê jî di şerê navbera hêzên ewlekariyê û milîtanên DÎŞIyê de 12 milîtan hatin kuştin. Di şerê li Hedîseyê de teyareyên hêzên kolalisyona navneteweyî jî ji hewayê piştgirî dabûn hêzên ewlekariyê.
Li Iraqê piştî ku komên çekdar ên di pêşîkêşiya DÎŞIyê de kontrola Mûsilê û hin bajarên din bi dest xistibûn şerê di navbera wan û hêzên ewlekariyê de hê dewam dike.
Ev demek e artêşa Iraqê û teyareyên DYAyê êrîşî hin cihên ku di kontrola DÎŞIyê de ne dikin.