SILÊMANIYE
Hat ragihandin ku li herêma Bûsayê ya girêdayî bajarê Semaveyê mezelekî komî hat dîtin û di mezelê de termên 56 kesên di operasyona Enfalê de hatin kuştin, hene.
Wezîrê Enfal û Şehîdan yê Hêrama Kurdistana Iraqa Federal Aram Ehmed got li herêma Bûsayê ya girêdayî bajarê Semaveyê mezelekî komî hat dîtin û di mezelê de termên 56 kesên di heyama Seddam Huseyîn de hatin kuştin, hene.
Term û hestiyên hatin dîtin, ji bo ku li ser lêkolîn bê kirin, anîne Nexweşxaneya Şoreşê ya li Silêmaniyê û Ehmed li vir civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku tîmên girêdayî wezareta me 10 rojan berê li ser îxbarekê li herêmê dest bi kolînê kirin.
Ehmed destnîşan kir ku piştî lêkolînê hat zanîn term yên 56 mehkûmên Girtîgeha Nûgreselamê ne û wiha got: "Ji sala 1960î heya niha Girtîgeha Nûgreselamê heye. Di sala 1988ê de, di hereketa Enfalê de gelek welatiyên kurd birin wîr. Lewra li gel hestiyan hin perçeyên cil û bergan jî hatin dîtin û ev cil û berg yên kurdan e û kurdên li herêma Germiyanan van cil û bergan li xwe dikin. Ev girtîgeh di nav gel de wek 'rêya mirinê' tê binavkirin. Piştî lêkolînê derket holê ku xwediyên hestiyan bi îşkenceyê hatine kuştin. Tê diyarkirin ku ji van hinek saxesax kirine bin axê de. Di nav wan de jin, zarok û ciwan jî hene. Piştî lêkolînan, bi merasîmê dê bên veşartin."
Ehmed diyar kir ku weke rêveberiya Kurdistanê dê li ser hemû dosyeyên mezelên komî bisekinin û got em ê ji bo malbatên miriyan jî dozên tezmînatê vekin.