ANKARA
Bi hezaran heciyên hindî ji bo pîrozkirina mîhrîcana xwe ya dînî, li perestgeha Ratangarha ku 60 kîlometre dûrî bajara Datîayê ye kom bûn.
Gelek kes ji bo ku derbasî aliyê din yê pireya li ser robara Sîndhê ya li kêlaka perestgehê bibin, hatin ser pireyê û wê demê gotegotên wek dê pire hilweşe di nav heciyan de bû sedemê xiringêleyê. Hat ragihandin ku ji ber panîkê hin kes ketin robarê an jî di bin piyan de pelçiqîn, di encama xiringeleyê de 50 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kir ku tîmên xilaskirinê li kesên ku xwe avêtibûn robarê digerin û ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.
Li Hîndistanê başûrê eyaleta Kerelayê jî di sala 2011an de di mîhrîcaneke dînî de bi qasî 100 kes miribûn.