Piştî ku li Herêma Kurdistana Iraqê xutbedayîna kurdî qanûnî bû, yekemîn xutbeya ku bi tirkiya tirkmenî hat amadekirin, li Hewlêrê hat dayîn.
Pêşnûmaya qanûnê ya ku der barê "xutbedayîna bi tirkmeniya zaravayê tirkî" li Parlementoya HKIyê hat qebûlkirin. Piştî ku qanûn hat qebûlkirin xebata ku Wezareta Karên Dînê ji bo amadekirina xutbeya bi tirkmeniya zaravayê tirkî temam bû. Xutbeya ewil îro di nimêja înê de li mizgefta dîrokî ya li Tacîla taxa Hewlêrê hat dayîn.
Parlementerê Eniya Tirkmenan ê Iraqê Aydin Merûf daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Me ji bo ku xutbeya bi tirkmeniya zaravayê tirkî qanûnî be pêşniyaz pêşkêşî Parlementoya Kurdistanê kir. Di encama xebatên dirêj de ev pêşniyaza me hat qebûlkirin."
Li Herêma Kurdistana Iraqê piştî demek dirêj cara ewil bi tirkmeniya zaravayê tirkî xutbe hat dayîn û ev yek erênî hat dîtin.
Pêşnûmaya qanûnê ya ku der barê "xutbedayîna bi tirkmeniya zaravayê tirkî" li Parlementoya HKIyê hat qebûlkirin. Piştî ku qanûn hat qebûlkirin xebata ku Wezareta Karên Dînê ji bo amadekirina xutbeya bi tirkmeniya zaravayê tirkî temam bû. Xutbeya ewil îro di nimêja înê de li mizgefta dîrokî ya li Tacîla taxa Hewlêrê hat dayîn. Parlementerên tirkmen jî di mizgeftê de amade bûn bal kişand ku cemeat qerebalix e.
-"Rojeke dîrokî ye"
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Merûf di daxuyaniya xwe ya ji nûçegihanê AAyê re de got ku "Îro rojeke dîrokî ye. Piştî ku Împaratoriya Osmaniyan ji herêmê paş vekişiya cara ewil li Hewlêrê xutbeya tirkmenî hat dayîn."
Merûf qal kir ji bo ku xutbe qanûnî be bi parlementerên tirkmen bi qasî salakê bû ku xebatên xwe dikirin û wiha axivî:
"Di dawiya dawî de îro li mizgefta me xutbeya tirkmenî hat xwendin. Îro ji bo me wekî cejnê ye. Welatiyên me yên tirkmen gelekî memnûn in. Daxwaza me ew e ku li mizgeftên din jî xutbeya tirkmenî bê dayîn. Dê xebatên me yên di vê çarçoveyê de berdewam bikin. Xwedê ji her kesê ku ked da razî be. Jixwe mijara xutbeyê jî biratî û dostanî bû. Dibe ku reng û ziman cuda bin lê di encamê de em ew kesên ku li vê erdnîgariyê dijîn dost û bira ne."
-Di xutbeyê de bal kişandin ser biratiyê
Heyder Osmanê Meleyê Mizgefta Kureciyê yê ku xutbeya tirkmenî xwend jî diyar kir ku li Hewlêrê cara ewil xutbeya tirkmenî xwendin û wiha axivî: "Me di xutbeya xwe de qala biratiyê kir. Ziman, reng û neteweya wan çi dibe bila bibe hemû mirov wekhev in. Mezinahî tenê di teqwayê de ye. Li Hewlêrê her kes dikare bi dilê xwe baweriya xwe bijî. Ji bo misilmanan berê vir xutbeya kurdî û erebî dihat dayîn. Şikir ji Xwedê re ku dê ji îro pê ve tirkî jî bê xwendin."
Ji cemeata mizgeftê Eşref Taha jî got ku "Me îro guh da xutbeya tirkmenî. Ev rewşeke manewî ye. Tiştên bi vî awayî biratî û bihevrebûna nav mirovan de zêde dike."
Pêşnûmaya qanûnê ya pêş dibîne ku li herêmên ku serjimara tirkmenan ji sedî 20 e tirkiya tirkmenî wekî zimanê fermî bê qebûlkirin di 3yê sermaweza 2014an de li Parlementoya HKIyê hatibû qebûlkirin.