MANÎLA
Li Fîlîpînlerê erdehejeke mezinahiya wê 7.2 bû qewimî û jimara kesên ku di erdhejê de mirin derket 85an.
Li gor rayedarên heremê navenda erdhejê 33 kîlometre dûrî bajaroka Carmenê ya li girava Boholê ye.
Erdhej bû sedema panîkê û gelek kes di xiringêleya avahiyên qerebalix de birîndar bûn.
Erdhej ji ber ku dûrî qeraxê qewimî nebû sedema tsûnamiyê. Hat ragihandin ku di erdehejê de gelek avahiyan zirar dîtin, hin pire hilweşiyan û rê xirabûn.
Depremzedeyan da zanîn ku erdhejê bi qasî 15 û 20 saniyeyan dewam kir.
Ji ber cejna qurbanê dibistan û kargeh girtîbûn û ji ber vê jî pêşî li bobeletekê hat girtin.