05 Nîsan 2021•Rojanekirin: 05 Nîsan 2021
Li eyaleta Nusa Tenggaraya Rojhilat a Endonezyayê ji ber barana gumrah lehî rabû û di encamê da 55 kes mirin.
Berdevkê Navenda Rêveberiya Afata Neteweyî ya Endonezyayê (BNPD) Raditya Jati di daxuyaniya xwe da diyar kir ku duh li rojhilatê bajarê Floresê yê girêdayî eyaletê bi dema herêmî saet 11.00an ji ber barana gumrah lehî rabû.
Jati ragihand ku heta niha cesedên 55 kesan hatin dîtin.
Jati her wiha got ku 42 kes wenda ne, 9 kesên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê.
Berdevk Jati got ku li herêma afatê bi hezaran kesî cih û warên xwe terikandin, ceyran qut bû û hin rê ji çûn û hatinê ra hatin girtin.
Her wisa piştî lehiyê di malên bi sedan kesan da jî xesar çêbû. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî didomin.
Tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe.